Mijdar 12, 2018 08:07 Asia/Tehran
  • Tîma Laşciwanîyê ya Îranê bû qaremana Pêşbirkên Cîhanî yên Spanyayê

Tîma Laşciwanîyê ya Îranê bi 8 mîdalên Zêr, mîdaleke Zîv û 2 mîdalên Tûnc û du pilleyên ``qaremana qaremanan`` bû qaremana Pêşbirkên Cîhanî yên Spanyayê.

Werzişkarên îranî yên Laşciwanîyê di van pêşbirkana da 2 mîdalên Zêr û Zîvek di pişka Kilasîk da, mîdaleke Zêr û yeka Tûnc di pişka Fîzîkê da, 5 mîdalên Zêr, mîdaleka Tûnc û pilleyeke çarem û 2 pilleyên ``qaremana qaremanan`` bi dest xistin.

Tîmên Koreya Başûr û Iraqê jî di rêzên duyem û sêyem da cî girtin.

Rikeberîyên Laşciwanîyê yên Qaremanîya Cîhanê ji 9-11`ê Mijdarê li şarê Benidrom ê Spanyayê hatin lidarxistin.