2 werzişkarên Bezê yên îranî bûn qaremanê Maratona Mezin a Bêyrûtê
Mijdar 12, 2018 07:10 Asia/Tehran
2 werzişkarên Bezê yên îranî di pişkên Mezin û Tezelawan ên pêşbirkêna Maratona Mezin a Bêyrûtê da bûn qaremanê.
Mihemedceifer Muradî werzişkarê Bezê yê îranî di pişka Nîvmaratonê (21 kîlomêtir) a mezinan de pêş li hemî reqîban ket û ji bo dara duyem a bi dû hev bû qareman.
Heyder Elewî werzişkarê tezelaw ê Bezê yê îranî jî bi rêkoreke nû di pişka Maratonê (zêde ji 21 kîlomêtirî) da ji bo sala duyem a bi dû hev bû qareman.
Pêşbirkên Maratona Bêyrûtê bi asta Golden Lable tên lidarxistin û ji pêşbirkên pilledar ên cîhanê tên hesêb.
Zêde ji 48 hezar werzişkar ji zêde ji 110 welatî roja yekşemê li Bêyrûtê ketin rikeberîyê.