Mijdar 11, 2018 18:23 Asia/Tehran
  • Karateya Îranê bo cara sêyem bû qaremana cîhanê

Tîma Neteweyî ya Karateya Îranê bi serketina li hemberî Tirkiyê, bo sêyem cara li pey hev li Dora bîst û çarem a Pêşbirkên qaremaniya karateya Cîhanê li Madrîda Spanyayê bû qreman.

Li gorî rapora roja Yekşemiyê ya IRIB Newsê, şagirtên Şehram Hirevî roja Yekşemiyê li fînala Dora bîst û çarem a Pêşbirkên qaremaniya karateya Cîhanê li Madrîda Spanyayê bi encama 3-2ê li hemberî tîma Tirkiyê bi ser ketin û bû sêyem car mîdala zêrê ya van pêşbirkan bi dest xistin.

Karatekarên Îranê ji bo gihîştina bo Fînala Dora bîst û çarem a Pêşbirkên qaremaniya karateya Cîhanê piştî wê ku di dora yekem da bêhna xwe vedan, li pêşbirka yekem bi encama 3-0ê ji Tîma Ermenistanê birin.

Di pêşbirka duyem da, Karatekarên Îranê ya pêkhatî ji Zebîhullah Pûrşîb, Behmen Eskerî û Secad Genczade bi encama 3-0ê ji Tîma Siêgalê bir. Urdin sêyem hevrika Îranê bû ku bi encama 3-1ê derda Tîma Neteweyî ya Karateya Îranê.

Tîma Neteweyî ya Karateya Îranê ji bo hilkişiayan bo fînala Dora bîst û çarem a Pêşbirkên qaremaniya karateya Cîhanê çû pêşberî Îtalyayê. Karatekarên Îranê li vê pêşbirkê jî bi wergirtina sê serketinên li pey hev hilkişiyane fînala Dora bîst û çarem a Pêşbirkên qaremaniya karateya Cîhanê.

Beriya viya Tîma Neteweyî ya Karateya Îranê di salên 2014 (Almanya) û 2016(Otrîş) da bûbû qaremana Cîhanê.