Cotmeh 14, 2018 15:39 Asia/Tehran
  • Karatekarên îranî wê li Olempîka Ciwanên Cîhanê pişkdar bibin

Werzişkarên Karatê yên Îranê wê di 17 û 18`ê Cotmehê li pêşbirkên Olempîka Ciwanên Cîhanê derkevin pêşberî reqîbên xwe.

Fêdêrasyona Karateya Komara Islamî ya Îranê ragihand ku werzişkarên karateya Îranê bo cara yekem e ku wê li pêşbirkên Olempîka Ciwanên Cîhanê pişkdar bibin.

Pêşbirkên Karateya Olempîka Ciwanan a 2018`ê wê ji 17`ê Cotmehê ve bi mazûvanîya Boenes Ayresê bên destpêkirinê.

Li gorî planê, rikeberîyên kêşên -53 û -59 kîlogiramê yên keçikan û kêşa -61 kîlogiram a kurran wê di 17`ê Cotmehê de bên lidarxistinê û bi awayê rêzê Fatme Xonekdar, Mobîna Hêyderî û Elîriza Ferecî derkevin pêşberî reqîbên xwe. Di roja duyem a van pêşbirkana yanî di 18`ê Cotmehê de jî yê Nêgîn Altûnî li kêşa +59 kîlogiramê û Nevîd Mohemedî li kêşa +68 kîlogiramê derkevin pêşberî reqîbên xwe.