Kêmendamên Îranê bi 135 medalan heta niha meqama sisyane Asiyayê anîne dest
Karwana kêmendamên Îranê li kutahiya roja şeşane pêşbirkeyên Para-Asiyayî yên Cakartayê bi 135 medalan( 50 medalên zêr, 42 medalên zîv û 43 medalên bronz)meqama sisyane vê pêşbirkeyê aniye dest.
Li gor rapora IRIB Newsê, Karwana kêmendamên Îranê li kutahiya roja şeşane pêşbirkeyên Para-Asiyayî yên Cakartayê likorsên Revîn, weznehilgirtin, tîrhavêtin, avjnî, şetrenc, gulbal, Beskêtbala bi vîlçirê û baysîkêlhajotinê 10 medalên zêr, 10 medalên zîv û 11 Bronz aniye dest.
Sêwem dewra Pêşbirkên Para Asiyayî ya 2018` an ji 6 heya 13ê Cotmehê bi beşdariya 2 hezar û 880 werzişkaran ji 41 welatan li 18 riştên werzişê bi mazûvaniya Cakartaya paytexta Endûnizyayê li halê lidarxistinê ye.
Komara Îslamî ya Îranê bi 209 werzişkaran û li 13 riştên werzişê li sêwemîn dewra pêşbirkên para asiyayî ya 2018`an a Cakartayê de ye.