Îranê li pêşbirkeyên Para-Asyayê ya 2018 du medalên zêr standin
Cotmeh 11, 2018 16:14 Asia/Tehran
Karwanê sporê ya Îranê li roja şeşim a pêşbirkeyên Para-Asyayê ya 2018 li Cakartayê du medalên zêr standin.
Li gor nûçeya ISNAyê tîma Îranê ya Mîks Rîkro pêkhatî ji Xulamreza Rehîmî û Zehra Nemetî îro li pêşbirkeya dawiyê ya tîravêtina bi kevanê li hemberî tîma Japonyayê bi encama 6 li hemberî sifirê serket û bû şampiyona vê pêşbirkeyê û Çînê jî bi serkevtina li hemberî Koreya başûr medala tûncê stand.
Herwiha li kûrsa bezîna dora meydanê ya 400 metrî li klasa T13 Umîd Zerîf Senaye nûnerê Îranê bi 51 û 0.407 saniyeyê kete pêşiya hemyan û medala zêr stand.
Karwanê spora Îranê heya niha li pêşbirkeyên Para-Asyayê ya 2018 li Cakartayê li ser hev 86 medal standine ku 33 zêr, 24 zîv û 29 jî tûnc in û bi vî awayî hilkişyaye ser pileya sêyem .