Cotmeh 10, 2018 19:08 Asia/Tehran
  •  Nimandina  peykera zaniyarê îranî li zanîngeha Madrîdê

Peykera Ebû Elî Sîna zaniyarê îranî li zanîngeha Aotonoma a Madrîda Spanyayê hat nimandin.

 Li gorî rapora roja çarşemiyê ya  Fars News'ê, piştî merasima nimandina  peykera zaniyarê îranî, civîna  rêzgirtina ji Ebû Elî Sîna li zanîngeha  Aotonomaya Madrîdê bi beşdariya mamostên spanyayî hat lidarxistin ku têde Ebulfezl Kaşanî kardarê demkî yê balyoxana Komara Îslamî ya Îranê li Spanyayê got: "Ebû Elî Sîna hekîm, feylesof, matematîkzan, pizîşk, sterknas, mûsîqînas, helbestvan, feqîh, arif û siyasetvanê mezin ê serdema xwe bû".

  Dîplomatê îranî destnîşan kir Ebû Elî Sîna ji zanista ramanwerên  rojhilat û rojavayê behre wergirt û hasila  zanist û tecrubên xwe wek mîrata cîhanî danî ber destê mirovahiyê.

 Ebû Elî Sîna zaniyarê îranî, 450 pitûk li warên curbicur nivîsîne ku hejmareke zêde ji wan li bara  pizşîkî û feslsefê ye.

 Corc Sarten li pirtûka "Dîroka zanistê",  Ebû Elî Sîna wekî yek ji zaniyarên  herî mezin ê pizîşkiya cîhanê bi nav kir. Her wiha danişnama  felsefa zanîngeha  Tênêsiyê, zaniyarê îranî wekî zaniyarê herî bi bandor  ê cîhanê  beriya dewrana modern daye nasandin.