Îlon 19, 2018 16:35 Asia/Tehran
  • Guleşkirên îranî 3 mîdalên Zêr ên cîhanî bi dest xistin

Guleşkarên îranî yên kêşên 55,87 û 130 kîlogiramê di çiqa ferengî ya ciwanan de, 3 mîdalên Zêr li Pêşbirkên Qaremanîya Cîhanê ku li Slovakîyê tên lidarxistinê, bi dest xistin.

Di dawîya pêşbirkên 5 kêşên destpêkê yên Rikberîyên Guleşta Ferengî ya Ciwanan a Qaremanîya Cîhanê ku li şarê Tirnavayê li Slovakyê hatin lidarxistinê, Pûya Nasirpûr li kêşa 55 kîlogiramê, Mihemedhadî Sarewî li kêşa 87 kîlogiramê û Emîn Mîrzazade li kêşa 130 kîlogiramê mîdalên Zêr bi dest xistin.

Tîma Guleşta Ferengî ya Ciwanên Îranê sala buhurî li Rikeberîyên Qaremanîya Cîhanê di sala 2017`ê li Fenlandê ji bo cara yekem bû qaremana cîhanê.

Ji hêla din ve, Emîn Kavyanînijad û Elîriza Necatî guleşkarên îranî îro li kêşên 72 û 60 kîlogiramê bi awayê rêzê derbasî fînal û rêzebendîyê bûn.