Îlon 17, 2018 17:08 Asia/Tehran
  • Qonaxa sêyem a Pêşbirkên Têkvandoya Grand Prix anku Xelata Mezin wê dest pê bibe

Qonaxa sêyem a Pêşbirkên Têkvandoya Grendpirî (Grand Prix) anku Xelata Mezin dê ji 19`ê Îlona 2018`an va li Tayvanê dest pê bibe.

Li gorî rapora Fêdêrasiyona Têkvandoyê, Qonaxa sêyem a Pêşbirkên Têkvandoya Grand Prix anku Xelata Mezin di sala 2018an da dê ji 19 heta 21ê Îlona îsal li bajarê Taûyûvana Tayvanê were lidarxistin.

Di yekem roja Qonaxa sêyem a van pêşbirkana de, Pêşbirkên giraniyên -68 û +80 Kîlogerem ên mêran û -67 Kîlogerema jinan dê werin lidarxistin ku Ebulfezl Yieqûbî, Mîrhaşim Hisênî li giraniya -68 Kîlogerem û Secad Merdanî li giraniya +80 Kîlogeremê wek nûnerên Îranê dê biçin pêşberî hevrikên xwe.