6 keçên Kirmanşanî di pêşbirkeke navdewletî ya Wushuyê de medaliya bi dest xistin
Di pêşbirka navdewletî ya Wushu û Kungfuyê de ku li Ermenistanê hat lidarxistinê, 6 keçên werzişkar ên Kurd ên Kirmaşanî medaliya bi dest xistin.
Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Pêşbirka navdewletiya ya Eurasian Wushu Kungfu ku ji 10`ê Îlonê ve li paytexta Ermenistanê dest pê kiribû, îro Duşemî 17ê Îlonê bi dawî hat û serkevtiyên wê pêşbirêka navdewletî hatin diyarkirin.
Ji parêzgeha Kirmaşanê ve jî tîmeke keçan beşdarî pêşbirka navdewletiya Ermenistanê bûbû û her 6 keçên Kurd ên beşdar di pêşbirkê de karîn medaliyayên Zêr, Zîv û Tûnc bi dest bixin.
4 keçên Kurd ên bi navên Viyana Rehmetiyan, Meryem Samêrê, Seher Fexrî û Esel Necefî medaliyayên Zêr bi dest xistin.
Herwiha her yek ji Tîna Ferecî û Sitayiş Sipihrîniya jî medaliyayên Zîv û Tûnc bi dest xistin.
Piştî bidawîhatina pêşbirkê, tîma wushukarên keç ên Kirmaşanî îro ji Yerîwana paytexta Ermenistanê ve vegerîya Têhranê.