Mûzexaneya zanista Îranê xelata cîhanî ya dîzayn û avakirina berhemên zanistî ya Çînê wergirt
Mîzexaneya Neteweyî ya Zanist û Têknolojiyê ya Îranê xelata pêşbirkên navneteweyî ya dîzayn û çêkirina berhemên zanistî ya salêa 2018an li Çînê wergirt.
Li gorî rapora roja Duşemiyê ya ISNAyê, Mîzexaneya Neteweyî ya Zanist û Têknolojiyê ya Îranê li pêşbirkên navneteweyî yên dîzayn û çêkirina berhemên zanistî ya sala 2018an a Çînê bi nîşandana berhemên nûvandî yên Ehmed Bin Mûsa Şakir Xorasanî, zanayê îranî yê sedsala sêyem û çarem a Koça Heyvî karî li beşa "Şûşeyên Cadûyî" zêdetirîn bîneran ber bi xwe va bikişîne û piştî nirxandina ji aliyê desteya dadweran va, bibe serketiyê beşa "Şûşeyên Cadûyî" li van pêşbirkan.
Li van pêşbirkan, 20 welat ji wan Îran, Amerîka, Inglîs, Almanya, Çîn, Kênya û welatên din ji bo nîşandan û şiroveya hizûrî ya berheman hatin bijartin.
Pêşbirkên navneteweyî yên dîzayn û çêkirina berhemên zanistî ya sala 2018an a Çînê ji 15ê Îlonê va li Çînê dest pê bûne û dê heta 18ê Îlonê bên domandin.