Karatekarên îranî 2 mîdalên Tûnc li Almanê bi dest xistin
Îlon 16, 2018 19:23 Asia/Tehran
Karatekarên îranî yên kêşên -60 û -84 kîlogiramê di encama Rikeberîyên Lîga Cîhanî ya Karateya Wan li Berlîna Almanê de mîdala Tûnc bi dest xistin.
Di dawîya pêşbirkên şeşemîn qonaxa Lîga Cîhanî ya Karateya Wan a Berlîna Almanê de, Zebîhullah Pûrşêyb li kêşa -84 kîlogiramê ji reqîbê xwe yê tirk bir û mîdala Tûnc bi dest xist.
Karatekarê îranî yê kêşa -84 kîlogiramê berî vîya ji reqîbên ûris, arjantînî û fransî biribû û di pêşbirka berî fînalê de derda reqîbê xwe yê qezaq.
Emîr Mêhdîzade karatekarê îranî yê kêşa -60 kîlogiramê jî destpêkê ji reqîbên îtalî, vênêzoêlayî û îtalî bir û di pêşbirka berî fînalê de derda reqîbekî japonî û di pêşbirka rêzebendîyê de jî 5-0 derda reqîbekî qezaq û di rêza sêyem de cî girt.