Tîrmeh 23, 2018 11:51 Asia/Tehran
  • Tîma Neteweyî ya Fûtsalê ya Îranê kete pileya yekem a Asyayê û şeşem a Cîhanê

Tîma Neteweyî ya Fûtsalê ya Îranê di pileberndiya herî nû ya tîmên cîhanê da, hema wisa cîgeha yekem a Asyayê û şeşem a cîhanê bi dest xist.

Li gorî rapora IRNAyê, Pilebendiya nû ya tîmên fûtsalê yên cîhanî îro anku Duşemiyê li malpera Futsal World Rankingê hatv weşandin ku ser eswasa wê, Tîma Neteweyî ya Fûtsalê ya Îranê bi Hezar û 654 puenan hema wisa di cîgeha şeşem, a cîhanê û pileya yekem a Asyayê da ye.

Li vê pilebendiyê, tîmên neteweyî yên fûtsalê yên Birizîl, Spanya, Portegal, Rûsiye û Arjantînê di pileyên yekem heta pêncan a cîhanê da ne.

Tîma Neteweyî ya Fûtsalê ya Îranê li pilebendiya cîhanî ya vê çiqa werzişî ku di meha Hezîranê da hatibû ragihandin jî di pileya yekem a Asyayê û şeşem a Cîhanê da bû.