Jinên Îranê li pêşbirkên Dragon Bota Klûbên Cîhanê pileya sêyem bi dest xistin
Tîrmeh 23, 2018 11:50 Asia/Tehran
Tîma Jinan a Dragon Bota Klûba Sokanê ya Têhranê li Dora yazdehem a Pêşbirkên Dragon Bot (Dragon Boat) a Klûbên Cîhanê pileya sêyem a cîhanê bi dest xist.
Li gorî rapora roja Duşemiyê ya IRNAyê, Jinên qayiqajo yên Klûba Sokanê ya Têhranê karî bi wergirtina mêdaleka zîvê û du mêdalên tûncê pileya sêyem di dawiya Dora yazdehem a Pêşbirkên Dragon Bot (Dragon Boat) a Klûbên Cîhanê bi dest xînin.
Dora yazdehem a Pêşbirkên Dragon Bot (Dragon Boat) a Klûbên Cîhanê li bajarê Sêgêdê (Szeged) a Hongarî anku Mecaristanê hat lidarxistin.
Tîma Dragon Bota Klûba werzişî ya Sokanê ya Têhranê sala bihurî jî wek nûnerê Îranê li pêşbirkên cîhanî beşdar bû ku pileya pêncan a van pêşbirkan li bajarê Kanmînga Çînê (Kunming) bi dest xist.