Tîma mêrên Îranê bû qehremanê karateya komîte ya Asiyayê
Tîrmeh 16, 2018 19:02 Asia/Tehran
Tîma karateya mêran a Îranê, bû qehremanê komîta tîmî ya pêşbirkên qehremaniya Asiyayê.
Panzdehemîn dewra pêşbirkên karateya qehremaniya Asiyayê ku ji roja îniyê bi beşdariya 314 karatekaran ji 29 wlatan li bajarê Emanê, paytexta Urdinê destpê bibû, roja yekşemiyê bi lidarxistina pêşbirkên komîta tîmî bi dawî hat.
Tîma komîta mêrên Îranê bi serketina ser tîmên Taywanê, Pakistanê, Iraq û Japonyyaê derbasî faynalê bû û li pêşbirka faynalê jî bi işkesta tîma Erebistanê, bû qehreman û medala zêrê wergirt.
Komîta tîmî ya jinên Îranê li dewra buhurî ya van pêşbirkan medala zêrê û qehrmaniyê bi dest xistûbû lê li vê dewreya pêşbirkan bi serketina ser tîma Hindistanê û işkesta ji tîma Taywanê ji dewra pêşbirkan wêde çû.