Tîrmeh 16, 2018 12:17 Asia/Tehran
  • Fûtbalîstên bijartî yên Kapa Cîhanî ya Fûtbalê ya Rûsiya 2018 hatine nasandinê

Piştî kutahiya Kapa Cîhanî ya Fûtbalê ya Rûsiya 2018 û qehremaniya Fransayê, ji aliyê Federasiyona navnetewî ya Fûtbalê (FIFA), fûtbalîstên herî baş ên cîhanê hatin bijartin.

Li gor rapora IRIB News`ê, Li Fînala Kapa Cîhanî ya Fûtbalê ya Rûsiya 2018 ku li bajarê Moskowaya Rûsiyayê, bi rê ket, tîma Fransayê li hemberî Kirowasiyê serket û bû qehreman.

Fransa eva cara dudyan e ku dibe qehremanê Kapa cîhanî ya Fûtbalê û cara ewilê jî li sala 1998an Fransa bûbû qehreman.

Piştî kutahiya pêşbirka di navbera Fransa û Kirowasiyê, Ji aliyê FIFA`yê va, Luka Modirîç kapîtanê tîma fûtbala Kirowasiyê wekî fûtbalîstê herî baş ê cîhanê hat naskirin.

Modirîç rolekî sereke li gihêştina tîma fûtbala Kirowasiyê bo fînalê hebû.

Kyliyan Imbapê fûtbalîstê 19 salî yê tîma fûtbala Fransayê jî wekî fûtbalîstê ehrî baş ê ciwan li vê dewra kapa cîhanî ya fûtbalê hat bijartin.

Tîbo Kurotiwa derwazebanê tîma fûtbala Bêljîkayê jî wekî derwazebanê herî baş hat bijartin û lepika zêrîn wergirt.

Herî Kîn kapîtanê tîma fûtbala Ingilîzê jî bi 6 gulan wekî Axayê Gul li vê dewra kapa cîhanî hat bijartin û Sola Zêrrîn wergirt.

Tîma fûtbala Spaniyayê jî wek Tîma bi exlaq a vê kapê hat bijartin.