Tîrmeh 16, 2018 11:56 Asia/Tehran
  • Tîma netewî ya Voşoya Îranê bo ewil car bûye qehremanê cîhanê

Tîma netewî ya Voşoya ciwanên Îranê bo ewil car bi wergirtina 11 medalên zêr, 8 medalên zîv û 7 medalên bironz bûye qehremanê cîhanê.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNAyê, Li dewra heftan a pêşbirkeya qehremaniya Voşoya cîhanê ku ji roja Pêncşemiya bihurî bi pişkdariya 400 voşokaran ji 45 welatên cîhanê li bajarê Berazîliya Berizîlê bi rê ket û Yekşemê şev kuta bû, Tîma netewî ya Voşoya ciwanên Îranê bo ewil car bi wergirtina 11 medalên zêr, 8 medalên zîv û 7 medalên bironz bûye qehremanê cîhanê.

Li kutahiya van rikeberiyan 9 Sandakarên Îranê li pişka keçik û kuran gihêştine fînalê ku hemû jî li hemberî hevrikên xwe serketin û medalên zêr wergirtin.

Li çiqa Talo jî 2 sporvanên Îranê medaliyayên zêr vergirtin.

Eva cara ewilê ye ku tîmek xîncî Çînê li du pişkên Sanda û Talo dibe qehremanê cîhanê.