Tîrmeh 15, 2018 17:44 Asia/Tehran
  • Fînala Kûpa Cîhanî ya 2018`ê, Fransa û Korowasî yê derkevin pêşberî hev

Pêşbirka fînalê ya 21`emîn dewra pêşbirkên futbola Kûpa Cîhanî yê danê êvarê di navbera Korowasî û Fransayê li Moskowê de were lidarxistinê ta ku qaremanê kapê were kivşkirin.

Pêşbirka fînalê ya Kûpa Cîhanî ya 2018-Rûsyayê yê di siet 19:30`yê îro danê êvarê di navbera Kirowasya û Fransayê li werzişgeha Lojînkî ya şarê Moskowê de were lidarxistinê û wê bala hemî dinyayê ser vê pêşbirkê be.

Tîma Fransayê ji bo ku bo cara duyem bibe qareman, bi hêvîya stêrkên wek Antovan Girîzman û Kîlîyan Êmbapê dê were meydanê. Li alîyê din ê meydanê tîma Korowasyayê heye ku dîyardeya vê kapê ye û ji bo cara yekem gihîştîye fînala kûpa cîhanî û dil heye bibe qareman. Kirowasya di sala 1998`an de jî li rêza sêyem a cîhanê cî girt û niha dil heye stêrka yekem ser kirasê xwe binitilîne.