Tîrmeh 15, 2018 12:08 Asia/Tehran
  • Li Şampiyona Asyayê Karatakarên îranê sê medalên zêr standin

Karatakarên tîma neteweyî ya Îranê li pêşbirkeyên Şampiyona Asyayê yên li bajarê Emanê paytexta Urdinê sê medalên zêr û zîvek standin.

Li gor rapora IRNAyê li pêşbirkeyên Şampiyona Asyayê yên roja şemê li bajarê Emanê paytexta Urdinê tîma neteweyî ya karateyê ya Îranê serkevtineke ber bi çav bi dest xist li vê pêşbirkeyê Mecîd Hesenniya, Salih Ebazerî û Hemîde Ebaselî karîn medalên zêr bistînin û Elî Esxer Asyaberî jî medala zîv stand.

tûra 15-an a Pêşbirkeyên şampiyonê yên Karataya kûrsa mezinan (temendaran) yên Asyayê ji roja înê 13 Tîrmehê li Emanê paytexta Urdinê despê bûye û ew ê îro berêvarê kuta bibe.

Tîma Îranê ya Karatayê bi pêkhateyeke tam û tekûz li du parên Kata û Kumîta yên mêran û jinan li vê pêşbirkeya asyayî beşdarî kiriye.