Tîrmeh 15, 2018 10:35 Asia/Tehran
  • Belçîka bû sêyem li Kûpa Cîhanê ya 2018 ya Rûsyayê

Di Kûpaya Cîhanê ya Rûsya 2018ê de herdu tîmên welatê Belçîka û Îngistanê ji bo pileya sêyem û çarem hatine pêşberî hev û Belçîka bi golên Meunier (Muniyê) û Hazard li hember rikberê xwe bi 2-0 serket.

 

Tîma Belçîka û Îngistanê li sporgeha Sent Petersbûrgê hatine pêşberî hev.

Di deqîqa 4`an de fûtbolîstê belçîkî Meunier golek lê xist û beşa yekemîn a lîstikê bi 1-0 di berjwendiya Belçîkayê de bidawî bû.

Di deqîqa 82yê de vê carê stêrkê Belçîkayê Eden Hazard golek avêt û lîstik bi 2-0 bidawî bû. Bi vî awayî Belçîka di Kûpa Cîhanê ya futbolê de bû sêyemîn û Îngilistan jî bû çaremîn.

Li vê pişbirkeyê dawerên îranî Elî Reza Fexanî, Reza Soxendan û Muhemed Reza Mensûrî daweriya pêşnirkeyê dikirin.

Herdu tîm di qonaxa koman de jî hatibûne pêşberî hev û Belçîkayê bi 1-0 ji Îngilistanê biribû.

Di Kûpa Cîhanê ya Rûsya 2018ê de şampiyon dê subê diyar bibe. Herdu tîmên Fransa û Kirvasiya dê ji bo bidestxistina kûpa mezin rikeberiyê bikin.