Hezîran 18, 2018 19:23 Asia/Tehran
  • Kûpa Cîhanî ya 2018`an; Swêd ji Koreya Başûr bir

Tîma Fûtbolê ya Koreya Başûr li yekemîn lîstika xwe ya li Kûpa Cîhanî ya Rûsyê, li hember Swêdê şikest xwer.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a MEHR`ê, li dewama pêşbirkên Kûpa Cîhanî ya 2018`an a Rûsyê û ji Koma F, tîmên Koreya Başûr û Swêd ji saet 16:30`an li werzişgeha Nîjniyê bi hev re lîstin ku ev lîstika li dawiyê bi encama 1- 0 li ser qazanca Swêdê bi dawî hat.

Andêriyas Grankoîst deqîqeya 65`an pênaltiyek ji bo Swêdê kire gol.

Tîma Swêdê ku Zêlatan Îbrahomovîç têde nebû li nîveka yekem a lîstikê serdest bû û bi caran êrişî dervaza Koreya Başûr kir. Li mewqiya herî baş Swêd dikarî li deqîqa 20`an golekê lêxe lê gulêrê Koreya Başûr pêşiya wê girt.

Li nîveka duyem, Swêdê pişta xwe kuta şandina pasên bilin û êrişên xwe yên ser derwaza Koreya Başûr berdewam kirin û dawer (hekem) li ser xêra Swêdê pênaltiyek girt. Grankoîst jî karî vê pênaltiyê bike gol û bi vî awayî Swêdê bir û ev tîma asyayî(Koreya başûr) jî piştî Erebistan û Awûstralyayê, li lîstika xwe ya yekemîn a li Kûpa Cîhanî ya Rûsyê, derda.

Îro herwiha li dewama Kûpa Cîhanî ya Rûsyê, du tîmên Bêljîka û Panama ji Koma G, wê saet 19:30`an li werzişgeha Sûçiyê bi hev re bilîzin û li lîstika din a îşev jî du tîmên din ên Koma G, yanê Îngilistan û Tûnîs wê saet 22:30`an li werzişgeha Wolgogardê bi hev re bikevin rikeberiyê.