Hezîran 17, 2018 19:16 Asia/Tehran
  • Nîşana taybet a boksa Fransayê pêşkêşî Îranê hat kirin

Fêdêrasyona Savate (boksa taybetî Fransayê) ya Fransayê, nîşana netewî ya Savate ya vî welatî pêşkêşî Hemîdriza Hêsarekî serokê Civata Savate ya Îranê û Konfedrasyona Savate ya Asyayê kir.

Savate şêwazeke werzişî ya xweparastina fransî ye ku têda derbelêdana bi dest, pê û darî tê fêrkirinê.

Ev werzişa ji destpêka sedsala 19`ê ve bi navê Chaussonê û li gorî boksa ingilîsî, lê bi cidatîyeke berbiçav di warê bikaranîna pê de hat kivşkirinê.  

Li gorî rapora nûçegihanê IRIB NEWS`ê, ji bo cara yekem e ku nefiransîyek vê nîşana binirx li gorî rabhorî û hewildanên xwe di warê pêşxistin û birêvebirina werzişa Savateyê de werdigire.

Hemîdriza Hêsarekî serokê Civata Savate ya Îranê berî vîya wek yekem kesê îranî û asyayî, mîdala taybet a werziş û ciwanan ji Wezareta Werziş û Ciwanên Fransayê ve wergirtîye.

2 mîdalên Zêr ên taybetî Fedrasyona Savate ya Fransayê jî pêşkêşî Hamid Metînfer sêkrêtêrê Civata Savate ya Îranê û serrahênerê tîmên netewî û herwiha Seyîd Mêhdî Hisêynî sergêrê kempên amadekarîyê yên tîmên netewî yên Îranê hatin kirin.