May 28, 2018 14:00 Asia/Tehran
  • Tîmên pêgogê yên Îran û Tirkiyê îro piştî 44 salan diçin pêşberî hevdu

Îşev piştî 44 salan tîmên neteweyî yên pêgogê yên Îran û Tirkiyê diçin pêşberî hev da ku pêşbirkeka amadekarî û dostane li dar xînin.

Li gorî rapora Iran Online, Tîma Neteweyî ya Pêgogê ya Îranê ku li halê amadekirina xwe ji bo hebûna li Kupa Cîhanî ya Pêgogê ya 2018an a Rûsiyê li kampa Beşîktaşa Tirkiyê ye ji saet 22:45 a îşev li gorî dema Îranê li yeka din ji pêşbirkên xwe yên amadekariyê li werzişgeha Fatih Tirîma Istenbolê diçe pêşberî tîma neteweyî ya Tikriyê.

Pêşbirkeka binirx ku dikare weke "Ezmûneka dawiyê" beriya Kupa Cîhanî be.