May 26, 2018 18:28 Asia/Tehran
  • Pêşbirka fînala Kûpa Tîmên Cîhaên, Lîverpûl û Real Madrîd yê îşev derkevin pêşberî hev

Tîma Lîverpûl a Ingilîsê û Real Madrîd a Spanyayê giheştin pêşbirka fînalê ya Kûpa Tîmên Cîhanê.

Fînala Lîga Qaremanên Ewropayê îşev siet 23:15 xulekan  di navbera Lîverpûl û Real Madrîdê yê li halekî Werzişgeha Kîyêv paytexta Ukraynê bê lidarxistin ku tîma Madrîdê hewil dide bi serketina li vê pêşbirkê bibe yekem tîma dîrokê ku sê caran bi dû hev vê kûpê bi dest dixe. Li alîyê din, tîma Lîverpûlê jî 13 sal û rojekê berî niha ji bo cara pêncan û heta niha bo cara dawîyê ev kara kir.

Ji bo Real Madrîdê bidestxistina Kapa Lîga Qaremanên Ewropayê wek vexwarina avê tê xûyanê, vî tîmê ji dema işkesta li hemberî Lîverpûlê li pêşbirka fînalê di sala 1980-1981`ê ya Kûpa Tîmên Ewropayê ve, 7 caran li pêşbirka fînalê ser ketîye û tu dibê qey li pêşbirkên fînalê dernade.

Heke tîma Real Madrîdê îşev bikare ji tîma Lîverpûlê bibe, piştî Bayren Monîx û Ajaksê dê bibe sêyemîn serketîyê bi dû hev ê Lîga Qaremanan û Kûpa Tîmên Ewropayê herçend ku Real Madrîdê 60 salan berî niha karîbû 5 caran bi dû hev bibe qaremanê Ewropayê.