May 25, 2018 21:12 Asia/Tehran
  • pileya dudiyan a tîma Pomsê ya Îranê li Asiyayê

Tîma neteweyî ya Pomsê ya Îranê li du komên mêr û jinan, bi bidestxistina 13 medalên rengreng derket pila dudiyan a pêşbirkên qehremaniya Asiyayê li Viyetnamê.

Pêncemîn dewra pêşbirkên Pomsê ya qehremaniya Asiyayê vê sibê bi beşdariya 309 tîman ji 33 welatên cîhanê bi mazûvaniya Viyêtnamê li hola Potova ya bajarê Hoşmînê destpê bû ku tîma şandî ya Îranê li beşa jinan yekim medala xwe bi dest xist.

 Li dawiya pêşbirkên beşa takekesî ya 18- 30 salan a jinan, Mercan Selehşûrî karî ku  bi 8.30 puenan derkeve pila dudiyan.

 Nunera Koreya başûrî bi 8.45 puenan medala zêrê wergirt û nûnera Çînê jî bi 8.26 puenan derkt pila sisyan.

 Îro her wiha pêşbirkên paratekwandoyê jî destpê bûn ku Muhemed Riza Şebanî û Mehdî Pûrrehnima ji hevrikên xwe birin û  derbasî qonaxa berî faynalê bûn.

 Pêşbirkên têkwandoya qehremaniya Asiyayê bi beşdariya 698 tekwandokaran ji seranserê parezemîna kevnare bo mideha 5 rojan û li beşên Pomsê û paratekwando bi mazûvaniya Vetînanê tên lidarxistin.