May 24, 2018 16:52 Asia/Tehran
  • Fînala Lîga qaremanên Ewropayê / gefa herî ciddî ji bo pûçbûna hêviyên Rêalê / Zêydan li fikra Selah

Mihemed Selah, fûtbalîstê herî sereke yêî Lîvêrpolê û lîstikvanek e ku bi rihetî dikare xewn û xeyalên tîma Rêal Madrîdê ji bo bidestxistina sêyem qaremaniya xwe ya li pey hev li Fînala Lîga qaremanên Ewropayê pûç bike.

Li gorî rapora Mehr Newsê, Pêşbirka tîmên pêgogê yên Rêal Madrîd û Lîvêrpolê li Fînala Pêşbirkên Fînala Lîga qaremanên Ewropayê roja Şemiyê, 26ê Gulana 2018an, saet 23:15 were lidarxistin.

Li halekî ku sêgûşeya êrîşker a Tîma Rêal Madrîdê li rewşa herî lawaz da ye, Lîvêrpol bi pergala 4-3-3 dê were meydanê ku yek ji êrîşkerên herî baş ên cîhanê têda dilîze. Yanê Mihemed Selah.

Wî ku li pêşbirkên vê salê karî zêde ji 40 gulan derbasî nav derwazeyan bike, kariye 10 gulan li Lîga qaremanên Ewropayê lêxe û ev tê vê wateyê ku ev stêrka misrî ya esmanê fûtbalê divê were berçavgirtin.

Vê carê Mihemed Selah li meydanê ye û dê pêşbirka vegeriyanê jî tunebe. Yanê ew teqez dê gefek li dijî Rêalê be. Heke Zêydan û tîma wî dixwazin sêyem qaremaniya xw eya li pey hev li Lîga Qaremanên Ewropayê bi dest bixin, di pêngava yekem da divê vî lîstikvanî kontrol bikin.