May 23, 2018 21:10 Asia/Tehran
  • Mêhrigana Belgefîlman a FîlmAmedê ji nû ve dest pê bû

Mêhrigana Belgefîlman a FîlmAmedê ku bi piştgiriya Şaredariya Peyasê ya Amedê beriya niha pênc caran hatibû lidarxistin, piştî navberdayîna salekê bi boneya ku sînemager û sînemahez li hev bicivin bi dirûşmeya ``fîlma xwe bîne û were`` dîsa hat lidarxistin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Diyarbakirê, Mêhrigana Belgefîlman a FilmAmedê ya ku ta niha 5 caran hatibû lidarxistin, îro 23`ê Gulanê piştî navberdayîna salekê bi dirûşmeya ``Fîlma xwe bîne û were`` dîsa dest pê kir.

Îsal festival bi hevkariya Pale Huner, Ma Muzik, Akademiya Sînemaya Rojhilata Navîn û Mala Şanoya Bajarê Amedê tê lidarxistin.

Ev festîvala ku bi piştgiriya Şaredariya Peyasê dihate lidarxistin, di sala 2017`an de nehat lidarxistin. Festîval piştî navberdayîna salekê dîsa hat lidarxistin û dê heta 27`ê mehê bidome.