May 23, 2018 11:55 Asia/Tehran
  • Rûbirûbûna Îranê digel Fransa, Awstralya û Japonê di heftiya yekem a Lîga Gelên Walîbalê ya 2018an da

Tîma Neteweyî ya Walîbalê ya Komara Îslamî ya Îranê di heftiya yekem a Lîga Gelên Walîbalê ya 2018an ji roja Îniyê, 25ê Gulana 2018an, va bi rêzê dê here pêşberî tîmên Fransa, Awstralya û japonyayê.

Lîga Gelên Walîbalê ya 2018an heman Lîga Cîhanî ya Walîbalê ye ku di sala 2018an da navê wê bû Lîga Gelên walîbalê.

Lîga Gelên Walîbalê ya 2018an bi amadebûna şanzdeh tîmên sereke yên cîhanê ji roja Îniyê va (25ê Gulanê) bi lidarxistina qonaxa seretayî dê dest pê bibe û piştî diyarbûna şeş tîmên sereke li dora komkî , qonaxa dawiyê ji roja 4ê Tîrmehê va dest pê dibe û bi encama pêşbirka Fînal û Rêzbendiyên di roja 8ê Tîrmeha 2018an da, Lîga Gelên Walîbalê ya 2018an dê bi dwî were.

Li gorî rapora ISNAyê, Tîma Neteweyî ya Walîbalê ya Komara Îslamî ya Îranê ku bo şeşem dora li pey hev dê beşdarî van pêşbirkan bibe, ji bo amadebûneka bihêz li Lîga Gelên Walîbalê ya 2018an piştî bidawîhatina Urdiya Têhranê, heftiya bihurî bona lidarxistina urdiyeka amadekariyê û pêkanîna hevdîtinên dostane digel Sirbistanê berê xwe da vî welatî û piştra Fransayê.

Şanzdeh tîmên sereke li Lîga Gelên Walîbalê ya 2018an, divê di heyama pênc hefteyên lidarxistina dora seretayî, sê pêbirkan di her heftiyê da li çarçova komên çaralî pêk bînin da ku qonaxa dawiyê bi amadebûna pênc tîmên sereke yên dora seretayî hevrê digel Tîma Neteweyî ya Walîbolê ya Frasnayê (mazûbanê dora dawiyê) bi awayê du komên sêtîmî pêk were.