Nîsan 26, 2018 19:05 Asia/Tehran
  • Zarokê 4 salî yê îranî li pêşbirkên cîhanî cilwilî

Werzişkarê zarok ê îranî li Pêşbirkên Werzişkarên kara û ecêb ên Cîhanê li Pêkenê, bi bidestxistina poena herî jorîn, bû qareman.

Li gorî raproa roja pêncşemiyê ya IRIB News`ê, Arat Hisênî, werzişkarê 4 salî yê Babulê (li bakûrê Îranê) li Pêşbirkên Werzişkarên Bijare yên Cîhanê li Pêkenê, karî hemî berbendên werzişî yên wek banzdana ji berbendan û zinargeriyê bi awayekî serketî ji ber xwe rake û pileya yekemîn a cîhanê, wekî werzişkarê herî biçûk bi dest bixe.

Berî niha li bernama televîzyonî ya little big shots a Awistiralyayê, nasnava Spider Men ê îranî dabû wî. Herwiha liv û nemayêşên Arat ên balkêş, bûn sedem ku navê wî wekî zarokê herî bihêz ê cîhanê ji hêla bikarhînerên You Tube`ê were nasandin.