Nîsan 16, 2018 11:26 Asia/Tehran
  • Du fîlmên îranî ketine nav rêzefîlmên xelathilgir li festîvala navnetewî ya fîlmên Pikenê

Du fîlmên îranî ketine nav rêzefîlmên xelathilgir li festîvala navnetewî ya fîlmên Pikenê paytexta Çînê.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Du fîlmên îranî yên Havîna Sincirî bi derhêneriya Îbrahîm Îreczad û Milî û Riyên neçûyî bi derhêneriya Tehmîne Mîlanî , du fîlmên çînî û 13 fîlmên dine cîhanê ketine nav rêzefîlmên xelathilgir li festîvala navnetewî ya fîlmên Pikenê.

Li festîvala navnetewî ya fîlmên Pikenê 659 fîlm ji 71 welatên cîhanê pişkdar bûn.

Festîvala navnetewî ya fîlmên Pikenê ji 15 Nîsanê destpê bû û hetanî 22 Nîsanê didome.