Nîsan 15, 2018 19:42 Asia/Tehran
  • Barcelonayê ji Valenciayê bir

Barcelonayê ji Valenciayê bir û nêzîkî bidestxistina Kapa Lalîgayê bû.

Li gorî rapora ajansa nûçan a ISNA`yê, pêşbirka herî girîng a hefteya 32`em a sûperlîga Spanyayê nasyar bi Lalîgayê di navbera tîmên Barcelona û Valenciayê de hat lidarxistin ku Barcelonayê 2-0 ji mazûvanê xwe bir. Bi vî awayî Barcelonayê niha 82 xal bi dest xistine û pêngaveke din nêzîkî qaremanîyê bûye. Valencia jî bi 65 xalan li rêza sêyem e.

*Bajarê Merîwanê li parêzgeha Kurdistanê wek mazûvanê pêşbirkên zorxaneyî û guleşta pehlewanî yên bijartina tîma netewî ya Îranê hat bijartinê ku yê çend rojên din destpê bibin.

Li gorî rapora Fêdêrasyona Werzişên Zorxaneyî û Pehliwanî ya Îranê, werzişkarên çiqên zorxaneyî û guleşta pehliwanî dê li pêşbirkên hanê bikevin rikeberîyê û dê kesên serkevtî ji bo tîma netewî ya Îranê werin bijartinê.

Hêjayî gotinê ye ku pêşbirkên qaremanîya werzişên zorxaneyî û guleşta pehlivanî yên sala 2018`an dê bi mazûvanîya Îranê bên lidarxistinê.