Nîsan 14, 2018 18:47 Asia/Tehran
  • Pişkavêtina Lîga Qaremanên Ewrûpayê/ Bayrên wê li hember Rêalê Madrîdê bilîze

Tîmên fûtbolê yên Bayrên Mûnîx û Rêalê Madrîda Spanyayê, li qonaxa nîv dawiyê ya Lîga Qaremanên Ewrûpayê, wê bi hev re bilîzin û Lîvêrpûl û Rom a Îtalyayê jî wê li hember hev bilîzin.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a MEHR`ê, pişkavêtina qonaxa nîv dawîn a Lîga Qaremanên Ewrûpayê, îro îniyê li bajarê Niyonê ya Swîsrayê, hate lidarxistin ta ku çar tîmên ku ketine vê dewra pêşbirkan, rikeberên xwe nas bikin.

Li gorî vê pişkavêtinê Rêalê Madrîd, tîma herî bi şanazî ya Pêşbirkên Lîga Qaremanên Ewrûpayê wê li hember Bayrên Mûnîxê bilîze û Rom bi Lîvêrpûlê re.

Lîvêrpûl û Rom li halekê li vê qonaxê wê bi hev re bilîzin ku karîne bi awayekî balkêş li hember Mençêstêr Sîtî û Barsêlonayê bi ser bikevin û bikevine qonaxa nîv dawiyê.