Nîsan 14, 2018 13:23 Asia/Tehran
  • Tîma tekwandoya nûciwanên Îranê bû qehremanê cîhanê

Tîma neteweyî ya tekwandoya nûciwanên Îranê di dewama 12 mîn dewra pêşbirkên tekwandoya qehemaniya nûciwanên cîhanê li Tûnisê bi vergirtina 7 medalên zêr û 2 medalên bronz bûye qehremanê cîhanê.

 Li gorî rapora IRNA`yê ,Tîma neteweyî ya tekwandoya nûciwanên Îranê di dewama 12 mîn dewra pêşbirkên tekwandoya qehemaniya nûciwanên cîhanê li Tûnisê ku ji duşemiya bihurî bi pişkdariya 950 sporvanan ji 118 welatên cîhanê destpê bû û duh îniyê jî kutahî pê hat, bi vergirtina 7 medalên zêr û 2 medalên bronz bûye qehremanê cîhanê.

Li kutahiya pêşbirkeya dewama 12 mîn dewra pêşbirkên tekwandoya qehemaniya nûciwanên cîhanê ku li bajarê El-Hemamata Tûnisê birê ket , Tîma Netewî ya tekwandoya nûciwanên Îranê sercem bi 107 parûpişkan û piştî 8 salan bûye qehremanê cîhanê.

Li vê pêşbirkeyê tîma netewî ya takwandoya Koreya başûrî bi medalekî zêr û medalekî zîv û du medalên bronz û sercem bi 54 parûpişkan meqama dudyan aniye dest û tîma Tirkiyê jî bi medalekî zêr û du medalên zîv û bi 52 parûpişkan bûye tîma sisyane cîhanê.

12 mîn dewra pêşbirkên tekwandoya qehremaniya nûciwanên cîhanê bi beşdariya 950 werzişkaran ji 118 welatan ji roja duşemiyê,9 Nîsanê li bajarê Hemamatê destpê bû ûduh îniyê, 13 Nîsanê kuta bû.