Nîsan 13, 2018 08:49 Asia/Tehran
  •  Nûciwanên tekwandoya Îranê li pêşbirkên cîhanî li Tûnisê bi ser ketin

Tîma neteweyî ya tekwandoya nûciwanên Îranê pênşemiyê şevê di dewama 12 mîn dewra pêşbirkên tekwandoya qehemaniya nûciwanên cîhanê li Tûnisê 2 mdalên zêr bi dest xistin.

 Li gorî rapora IRNA`yê , Muhemed Mehdî Îmadî nûnerê wezna bin 68 kg ê a tîma  neteweyî ya kuran a tekwandoya nûciwanên Îranê û Elî Îşkeweriyan nûnerê din ê Îranê li wezna bin 73 kg ê 2 medalên zêr bi dest xistin.

 Îro înê û li roja dawiyê ya van pêşbirkan, Anahîta Tewekulî û Kîmya Himetî li beşa keçan û Muhemedelî Xusrewî û Nîma  Mêhrelî li beşa kuran Diçin ser Şiyapçangê.

 12 mîn dewra pêşbirkên tekwandoya qehremaniya nûciwanên cîhanê bi beşdariya 950 werzişkaran ji 118 welatan ji roja duşemiyê,9 Nîsanê li bajarê Hemamatê destpê bû û îro îniyê, 13 Nîsanê kuta dibe.