Nîsan 12, 2018 19:39 Asia/Tehran
  • Real Madrid û Bayren Monikh derbasî qonaxa berî fînalê bûn

Şeva buhurî di çarçova pêşbirkên qonaxa bijartina 4 tîmên sereke ya Lîga Qaremanên Ewropayê da tîma Real Madrîd a Spanyayê li werzişgeha Santyago Bernabeoyê mazûvanîya tîma Yoventûsa Îtalyayê kir. Real Madrîdê 4-3 ji Yoventûsê bir û giheşt qonaxa berî fînalê.

Hevgavê vê pêşbirkê, tîmên Bayren Monikh a Almanê û Sevya ya Spanyayê li werzişgeha Alyantes Arenayê derketin pêşberî hev û ev rikeberîya bi encama 0-0 bi dawî hat û Bayrenê karî bi encama 2-1 ya her du pêşbirkên li hemberî Sevyayê derbasî qonaxa berî fînalê bibe.

Berî van tîmana, tîmên Liverpol a Ingilîsê û Rom a Îtalyayê derbasî qonaxa berî fînalê bûne.