Adar 19, 2018 09:03 Asia/Tehran
  • Codokarê îranî mêdala Tûncê li Grend Slema Rûsiyê bi dest xist

Codokarê îranî, Seîd Mullayî mêdala Tûncê li Rikeberiyên Codoyê yên Grend Slema Rûsiyê bi dest xist.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Seîd Mullayî werzişkarê giraniya kêmtir ji 81 Kîlo Geremê yê Codoya Îranê roja Yekşemiyê li Rikeberiyên Codoyê yên Grend Slema Rûsiyê tevî serketina li hemberî Frank Dîvîtê holandayî ku kesê duyem li rêzbendiya cîhanî ye, mêdala Tûncê ya van pêşbirkan bi dest xist.

Qonaxa sêyem a Pêşbirkên Codoya Grend Slema sala 2018an li Rûsiyê hat lidarxistin.