Adar 18, 2018 16:24 Asia/Tehran
  • Tîma volîbola perravê ya Îranê mîdala Zîv a cîhanê bi dest xist

Tîma volîbola perravê ya Îranê li pêşbirka fînala tûra cîhanî ya Umanê 2-0 li hemberî tîma Almanê derda û mîdala Zîv a cîhanê bi dest xist.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, qonaxa dawîyê ya tûra cîhanî ya Tekistêrka Umanê duh êvarê bi du pêşbirkan li bajarê Mesneyê hat domandin. Tîma volîbola perravê ya Îranê jî li pêşbirka fînalê derket pêşberî tîma Almanê û 2-0 derda vê tîmê.

Li pêşbirka rêzebendîyê ya van pêşbirkana tîmên Îtalya û Umanê derketin pêşberî hevdu ku tîma Îtalyayê 2-0 ji Umanê bir û mîdala Tûnc bi dest xist.