Adar 17, 2018 15:48 Asia/Tehran
  • Futbolîstê îranî bû sefîrê futbola perravê yê cîhanê

Sazîya Cîhanî ya Futbola Perravê, Pêyman Hisêynî kelevanê tîma futbola perravê yê Îranê wek sefîrê vê werzişê da nasandin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Sazîya Cîhanî ya Futbola Perravê, lîsteya 20 kesî ya futbolîstê seranserî cîhanê wek sefîrên vê çiqê amade kir û ew dan nasandinê.

Li gorî wê lîsteyê, Pêyman Hisêynî keleparêzê tîma futbola perravê yê Îranê ku keleparêzê herî baş ê Kapa Cîhanî ya sala 2017`ê ye, wek sefîrê Sazîya Cîhanî ya Futbola Perravê hat nasandin.

Futbola perravê yek ji çiqên futbolê ye ku li perravên tijî xîz tê lidarxistin. Kapa Cîhanî ya futbola perravê ji sala 1995`ê ve tê lidarxistin.