Adar 15, 2018 16:20 Asia/Tehran
  • Îran dîsan jî tîma herî baş a fûtbola Asyayê ye

Li renkîng û rêzbendiya herî dawiyê ya Federasyona Navneteweyî ya Fûtbolê (FIFA), tîma fûtbola Îranê hîn jî li pileya yekem a Asyayê ye.

Li gorî rapora roja pêncşemiyê ya ISNA`yê, rêzbendiya herî dawîn a tîmên fûtbola cîhanê ji aliyê FIFA`yê ve hate ragihandin û îran bi 792 pûenan dîsan jî pileya yekem a Asyayê û sî û sêyem ê cîhanê bi dest xist.

Tîma fûtbola Îranê li rêzbendiya meha Sibata sala 2018`an a FIFA`yê jî 790 pûen bi dest xist û bi pileyekê pêşketin anegorî meha buhurî, li pileya 33 `an a cîhanê û yekem a rêzbendiya Asyayê cih girt.

Tîma Fûtbola Komara Îslamiya Îranê, ji bo çaremîn sala bidûhev, evê pileyê parastiyê.

li vê rêzbendiyê tîmên netewî yên Almanya, Brazîl û Portogal, sê tîmên sereke û destpêkê yên cîhanê ne.

Li Parezemîna Asyayê jî tîmêmn îran, ostralya û Japonya sê tîmên destpêkê ne.