Adar 13, 2018 17:46 Asia/Tehran
  • Pars a Başûr bû qaremana lîga voşoyê

Li dawiya pêşbirkên lîga bijare ya voşoyê yên başgahên welêt li pişka mêran, tîma Pars a Başûr, qaremaniya xwe ya li demsala buhurî parast û bû qaremana lîga îsal.

Li gorî rapora ISNA`yê, hefteya dawiyê ya pêşbirkên lîga bijare ya voşoyê yên başgahên welêt li pişka mêran, bi beşdariya heşt tîman, ji sibeha îro sêşemiyê ve bi mazûwaniya Akademiya Netewî ya Voşoyê ya Îranê berdewam bû ku bi qaremaniya tîma Pars a Başûr bi dawî hat.

Ev pêşbirk ji bo cara yekemîn bi beşdarî û amadebûna heşt tîman li komekê hatin lidarxistin ku tîmên li lîgê, bi hev re lîstin û li dawiyê şagirdên Hisên Ocaqî, bûn qaremanên vê dewra pêşbirkan.