Adar 13, 2018 16:47 Asia/Tehran
  • Tîma futbola jinên Bemê careka din bû qaremana Îranê

Pêşbirka fînalê ya sûpêrlîga futbola jinên Îranê îro di navbera tîmên Zobahen a Isfehanê û Şaredarîya Bemê hat lidarxistin û tîma Şaredarîya Bemê careka din bû qareman.

Li gorî rapora ajansa nûçan a ISNA`yê, tîma Zobahen a Isfehanê duh ragihandibû ku li pêşbirka fînalê ya sûpêrlîfa futbola jinên Îranê amade nabe û tîma Şaredarîya Bemê wek qareman hat nasandinê lê, bi zexta Sazîya Lîga Îranê bi hegera hestyarîya di asta bilind de ya vê pêbirkê, pêşbirka fînalê hat lidarxistin tîma Şaredarîya Bemê 6-0 jê bir û bû qareman û tîma Zobahena Isfehanê li rêza pêncem cî girt.