Sê skîbazên şandiyê Îranê bo Ulempîka zivistanî hatin kivşkirin
Sê nûnerên lîsteya çarkesî ya Îranê bo Olempîka zivistanî ya 2018`an a Koreya başûrî hatin kivşkirin.
Li gorî rapora Mêhr Newsê, her wek dihat texmînkirin federasyona cîhanî ya Skiyê(xuşxuşokê) çar pişkên skiya Îranê ji bo olempîka 2018`an a Koreya başûrî piştrast kirin
. Federasyona Skiyê piştî hilkolandina kiryara skîbazan û bi berçavgirtina punan, seyd Setar Sêyd û Semane Beyramî wek nunerên skiya Îranê bo şandina bo ulempîkê li rişta çolgeriyê bijartin.
Li rişta Skiya Alpaynê jî Muhemed Kiyaderbendrî li pişka mêran puenên herî zêde hene û ger skiya Îranê nekaribe ku pila dudiyan a mêran heya çend rojên din bi dest bixe, ew wekî tenê nûneyê mêr dê berê xwe bide Koreya abşûrî . Rewş li pişka Alpayan jinan aloz bûye û li halekê ku Firûq Ebasî bijardeya sereke jibo şandian bo olmepîkê bû, Atife Eghmedî 16 salî ku li pêşbirkên lîga navneteweyî bi ser ket komît ateknîkî ji bo biryardana li vê barê şepirze kiriye. Nûnera jinan a Skiya Alpaynê ya Îranê li olempîkê li çend rojên tê tê bijartin.
Sîkbazên îranî bi 4 hevrê û sergêrekî dê 17 Behmenê herin olempîka zivistanê.