Çile 22, 2018 16:08 Asia/Tehran
  • Merasima pişkavêtina pêşbirkên cîhanî yên futbola hunermendan hat ldiarxistin

Reqîbên tîma futbola hunermendên Îranê li çaremîn dewra pêşbirkên Kûpa Cîhanî hatin naskirin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Mêhrê, merasima pişkavêtina çaremîn dewra Kûpa Cîhanî ya futbola heftkesî ya hunermendan bi amadebûna hejmarek werzişkar û hunermendên navxweyî û bîyanî li salona kombûnên navnetewî ya Grava Kîşê li başûra Îraên hat lidarxistin.

Li van pêşbirkana bilî Îranê 12 welat ji parzemînên curbicur ên cîhanê pişkdar in û yê bikevin rikeberîyê. Pêşbirkên hanê dê meha bê li Werzişgeha Olempîkê ya Kîşê werin lidarxistin.

Komên qonaxa seretayî:

A: Brêzîl, Mecaristan, Alman, Ermenistan

B: Îran, Tirkîye, Japon, Komara Azerbaycanê

C: Romanî, Slovenî, Rûsîye, Holend, Swêd

Derhata ji ber van pêşbirkana dê ji bo azadkirina mehkûmên zîndanan were xerckirin.

Hêjayî gotinê ye ku tîma hunermendên jin a Îranê li pêşbirkeke dostane derket pêşberî tîma bijareya jinên Grava Kîşê ku karî 5-2 jê bibe.

Îro jî pêşbikereke dostane dê di navbera tîmên bijareya hunermendên Îran û cîhanê û tîma pêşengên Istiqlala Têhranê were lidarxistin.