Nûçeyên werzişî
Serketina ciwanên jîmînastîka hunerî ya Îranê - Ciwanên jîmînastîka hunerî ya Îranê li pêşbirkên navneteweyî ya Hongkongê derbasî qonaxa faynala takekesiyê bûn.
Li gorî rapora IRIB Newsê, û ji zarê federasyona jîmînastîkê li yekim roja pêşbirkên jîmînastîka hunerî ya navneteweyî ya Hongkongê, Riza Behlûlzade, Omîd Ayînêbend, Mehdî Olfetî, Emîr Elî Qehremanî û Armîn Wetenxwah pileyên jorîn bi destxistin û derbasî faynala beşa takekesiyê bûn.
Pêşbirkên faynala jîmînastîka hunerî ya navneteweyî ya Hongkongê sibê duşemiyê tê li darxistin.
-12 welat li pêşbirkên navneteweyî yên guleşta kapa textî beşdar dibin.
Li gorî rapora IRIB Newsê, û ji zarê federasyona guleştê, 38 mîn dewra pêşbirkên navneteweyî yên guleşta ferengî ya kapa Textî ku wek sîstema renkînga yekitiya cîhanî ya guleştê jî tê hesabê ,5 û 6 Behmendê li bendera Mahşehrê tê li dar xistin.
Heya niha welatên Kûba, Fenland,Romanî, Okrayn, Tacîkistan, Azerbaycan, Bulqaristan, Tirkiye, Qezaqistan, Gurcistan, Qirqîzistan p Îatlya amadetiya wxe jibo beşdariya li van pêşbirkan raghandine.
Şandina 3 duçerxesuwarên kêmendam bo pêşbirkên qehremaniya Asiyayê yên Maliziyê.
Sê duçerxesuwarên kêmendam jibo beşdariya li pêşbirkên qehremnaiya Asiyayê, 22 Behmenê berê xwe didin Maliziyê û pêşbirk ji 27 Behmenê destpê dibe û dê heya 1 Reşemê jî bidome.
Li gorî rapora ISNAyê, pêşbirkên duçerxesuwariya qehremaniya Asiyayê ji 27 Behmenê li Malizyayê destpê dibe û dê heya 1 Reşemê jî bidome.