Çile 20, 2018 10:56 Asia/Tehran
  • Rikeberiyên Hendbala Kupa Gelên Asyayê ya sala 2018an li Koreya Başûr

Dora hejdehem Rikeberiyên Hendbala Kupa Gelên Asyayê ya sala 2018an li Koreya Başûr îro li bajarê Suwena vî welatî tê lidarxistin.

Li gorî rapora malpera taybetî van pêşbirkan, Rikeberiyên Hendbala Kupa Gelên Asyayê ya sala 2018an li Koreya Başûr bi amadebûna 14 tîman tê lidarxistin û bo cara yekem tîma asyayî ya Bengildêşê û tîmên Awstralya û Niyozlendê ji parezemîna Oqyanûsiyê têda beşdar dibin.

Pêşbirk heta roja Yekşemiyê, 8`ê Meha Behmenê ya sala 1396`an a Koça Tavî (28`ê Çileya 2018an) dê werin domadnin û devkişandina tîma Iraqê ji Koma 1 bû sebeb ku rêzbendiya koman bê guhertin.

Tîmêb Îranê (Bi ciyawaziya gulan a +19), Japonya (Bi ciyawaziya gulan a +11) bi 2 serpişkiyan di pileyên yekem û duyem  da ne û hilkişiyane qonaxa jortirê. Tîma Ozbekistanê bêyî tu puenekê di pileya sêyem da cih girt û di pratîkê da ji dorê derket.

Ji her komê du tîm hildikişin dora duyem a komkî û tîmên din ji bo rêzbendiya pileyên ji neh heta çardehê dê bikevin rikeberiyê.

Di dawî da 4 tîmên sereke yên van pêşbirkan dê îzna beşdariya li pêşbirkên qaremaniya cîhanê ya sala 2019an ku dê li du welatên Almanya û Danmarkê bê lidarxistin, bi dest bixin.

Rikeberiyên Hendbala Kupa Gelên Asyayê her du salan carekê tên lidarxistin û di dora pêşîn da anku sala 2016an tîmên Qeterm Behrêyn û Japonyayê di pileyên yekem heta sêyem da cih girtin.