Çile 17, 2018 18:52 Asia/Tehran
  • Çend nûçeyên werzişî

Ronaldînîyo ku dewra herî baş a futbolîsta xwe di navbera salên 2003 heta 2007`ê de ji bo Barcelonayê derbas kir û di çend demsalên vê dawîyê de li tîmên birêzîlî û mêkzîkî list, xatirê xwe ji cîhana futbolê xwest.

Robêrto Asîs birayê Ronaldînîyo futbolîstê navdar ê berê yê tîma Barcelonayê û tîma netewî ya Birêzîlê, piştrast kir ku vî futbolîstî bi awayekî fermî ji cîhana futbolê xwatir xwest.

Ronaldînîyo mideha du salên vê dawîyê de nakrî tîmekê ji bo lîstinê peyda bike lewma biryar da ku pêlavên xwe darveke ango xwatir ji futbolê bixwaze.

*

Serokê desteya werzişên pehlevanî û zorxaneyî ya parêzgeha Azerbaycana Rojhilatê got: Bi rizamendîya Fêdêrasyona Navnetewî ya Werzişên Zorxaneyî û Guleşta Pehlevanî, pêşbirkên kûpa cîhanî ya vê çiqê di sala 2018`an de yê bi mazûvanîya bajarê Tewrêzê navenda vê parêzgehê bên lidarxistin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Resûl Berpûr îro li civîneke desteya werzişên zorxaneyî û pehlevanî li bajarê Meragê herwiha got: Lidarxistina pêşbirkên kûka cîhanî li Tewrêzê derfetek guncav ji bo berfirekirin û nasandina werzişa zorxaneyî û guleşta pehlevanî wek mîrata çandî ji bo cîhanê ye.

*

Malpera Wikipedia`yê li daxûyanîya xwe ya herî dawîyê tîma Perspolis a Îranê xwedîyê rêkora bidestxistina Xelata Futbolîstê Salê yê Îranê zanî.

Hamid Kawyanpûr di salên 2000-2001, Kerîm Baqêrî di salên 2007-2008 û herwisa Mêhdî Taromî di du salên vê dawîyê de nasnavê Mêrê Salê yê Futbola Îranê bi dest xistine.