Çile 16, 2018 17:44 Asia/Tehran
  • Sûpêrlîga Ingilistanê/ Mençêstêr Yûnaytêd li Stok Sîtîyê bir

Hefteya 23`emîn a Lîga Sereke ya Ingilistanê, bi serketina 3 ser 0 ya Mençêstêr Yûnaytêdê li mala xwe li hember Stok Sîtiyê bi dawî hat.

Mençêstêr Yûnaytêd li werzişgeha Ûrtrafold bi şikestdayîna 3- 0 a Stok Sîtiyê bû xwediyê 50 pûenan û cîgeha xwe li rêza duyemîn a rêzbendiyê misoger kir.

Şeytanên Sor li deqîqa 9`ê bi gula Walênsiyayê, li deqîqa 38`an bi gula Marsiyalê û deqîqa 72`an bi gula Lokakoyê bi ser ketin û Stok Sîtî jî bi 20 pûenan li rêza 18`an cih girt.