Çile 15, 2018 16:49 Asia/Tehran
  • 2 Têkvandokarên Îranê ji bo pişkdarîya li pêşbirkên GSB`yê dê herin Çînê

2 Têkvandokarên endamê tîma netewî ya Îranê ji bo pişkdarîya li hefteya çarem a yekem dewra pêşbirkên Grand Slamê (GSB) dê herin Çînê.

Li gorî rapora Ajansa Nûçan a Mehr`ê, li dewama pêşbirkên Têkvandoya Grand Slamê ku bi awayê qonax bi qonax bi mazûvanîya bajarê Wûşî li Çînê tên lidarxistin, Têkvandokarên kêşên -58 û -57 li çiqa jinan dê derkevin pêşberî reqîbên xwe.

Li pişka mêran jî Ferzan Aşûrzade û Ibrahîm Seferî li kêşa -58 kîlogiramê dê sibê danê êvarê ji Têhranê herin Çînê ta ku li van pêşbirkana pişkdarîyê bikin.

Tîma netewî ya Têkvandoya Îranê di sê hefteyên destpêka van pêşbirkan de karî bi saya Secad Merdanî mîdaleka Tûnc bi dest xist. Yeiqûbî, Mîrhisêynî, Kîyanî û Pûr-Ismayîl jî nekarîn mîdalê bi dest bixin.