Serketina karatekarên Îranê li pêşbirkên navneteweyî yên Bakûyê
Çile 15, 2018 15:32 Asia/Tehran
Karatekarên zarok û nûciwan ên Komara Îslamî ya Îranê li pêşbirkên navneteweyî yên karateya Komara Azerbaycanê li Bakûya paytexta vî welatî, çar medalên zêr û çar tûnc wergirtin.
Li gorî rapora roja şemiyê ya IRNA`yê, pêşbirkên navneteweyî yên karateya nûciwanan , zarokan û ciwanan a Komara Azerbaycanê li rojên 13 û 14 Çilla îsal bi beşdariya 400 karatekaran ji welatên Komara Azerbaycanê, Îran, Rûsiye, Uzbekistan li hola werzişê ya Bakûyê hat lidarxistin.
Tîma bijarte ya zarokan û nûciwanên Komara Îslamî ya Îranê ku pêk hatiya ji 10 karatkarên ji wan heşt karatekarên jin û û du karatekarên mêr li du pişka Kata û komîteyê beşdarê van pêşbirkan bûn ku 4 medalên zêr û çar jî tûnc bidest xistin.