Çile 13, 2018 17:39 Asia/Tehran
  • Bereberê Kapa Navneteweyî ya Textiyê, guleştgirên Japonya, Qezaqistan û Îtalyayê wê li Têhranê amadekarîyê bikin

Tîmên guleştê yên Japonya, Qezaqistan û Îtalyayê bona beşdariya li pêşbirkên Kapa Navneteweyî ya Textiyê, wê kempeka hevpar bi guleştgirên welatê me re li dar xînin.

Li gorî rapora Ajansa  nûçeyan a MEHR`ê, tîmên  guleştê yên Japonya, Qezaqistan û Îtalyayê bona beşdariya li pêşbirkên Kapa Navneteweyî ya Textiyê, wê kempeka hevpar bi guleştgirên welatê me re li dar xînin û wê hefteyek berî birêveçûna van pêşbirkan seredana Îranê bikin.

Li gorî vê raporê endamên 18 kesî yên tîma Guleşta Azad a Japonyayê, wê bona lidarxistina kempeka du hefteyî werin Têhranê ta ku ji roja 4`ê Behmena sala 1396`an a Koça Tavî ve li Mala Guleştê ya Têhranê bi guleştgirên welatê me re hin meşqan bikin.

Dewra sî û heştemîn a pêşbirkên Navneteweyî yên Guleşta Ferengî ya Kapa Textî, wê rojên 5 û 6`ê Meha Behmenê li bajarê Mahşehra parêzgeha Xûzêstanê were lidarxistin.

11 tîmên biyanî heya niha bona beşdariya li Pêşbirkên Navneteweyî yên Guleşta Ferengî ya Kapa Textiyê, beşdariya xwe ragihandine.